Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsya Xwepêşandanên Dijî Çaksaziyên Xanenişînbûnê Dibin


ji Xwepêşandaneke Hefteya Borî
ji Xwepêşandaneke Hefteya Borî

Li bajarê San Petersburg ê Rûsî îro Yekşemê derdora 500 kes yevlî xwepêşandanekê bûn li dijî pilana bilindkirina temenê xanenişînbûnê li welêt.

Ev xwepêşandan dibin piştî hefteyekê ji girtina sedan xwepêşanderên dijî van çaksaziyên ku ziyan gîhandin asta gelêrî ya serok Vladimir Putin .

Çaksaziya ji aliyê Putin ve hatî pêşniyarkirin temenê xanenişînbûnê ji bo mêran ji 60 dike 65 û jib o jinan ji 55 dike 60.

Xwepêşandana îro Yekşemê biçûktir bû ji yên hefteya borî li 80 bajar û bajarokên Rûsya ku ji aliyê serkirdeyê opozisyonê Alexei Navalny ve hatibûn organîzekirin.

Bêhtirî 800 kes di wan hilbijartinan de hatibûn girtin.

Şaxa xwecihî ya wezareta navxweyî got jimara xwepêşanderên îro Yekşemê derdora 500 kes bû.

XS
SM
MD
LG