Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Amerîka Şaş e ku Hizir Bike Ew “Têra xwe bi Hêz e “ Gefan li Welatên Din Bixwe


Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin got Amerîka şaş e ku hizir bike ew” têra xwe bi hêz e” ku gefan li welatên din bixwe, şaşîyeke, wî got, ku hîşt Yekîtîya berê ya Sovyet hilweşe.

Putin ev axaftin doh Înê di konferanseke rojnamevanî de kirin, dema wî behsa cezayên Amerîkî yên dijî Moskoyê kir, li gor ajansa nûçeyan ya Rûsî TASS.

Axaftinên wî tên berî çend rojan ji kombûna wî ya li gel serokê Amerîka Joe Biden yê ku hikûmeta wî hejmarek ceza danîne ser Rûsyayê.

Putin di axaftina xwe de got:

“Em gefan ji Kongrêsê dibihîsin, ji çavkanîyên din. Ew hemî di çarçoweya peoseya siyasî ya navxweyî ya Amerîkayê de dibin... Kesên ku vê yekê dikin, texmîn dikin ku Amerîka şiyanên aborî û leşkerî û siyasî hene ku dikare xwe ji encaman rizgar bike. Ew ne tiştekî mezin e, ew wiha hizir dikin.”

Putin got ev şêwaz Yekîtîya Sovyetê bi bîra wî tîne.

Wî got:

“Pirsgirêka Împratorîyan ew e ku ew hizir dikin ku ew têra xwe bi hêz in û dikarin hin şaşîyan bikin... Lê pirsgirêk dikevin ser hev û demek tê ku edê ew nayên çareserkirin.”

Kombûna Biden û Putin roja 16 vê mehê li Cinêvê ye.

XS
SM
MD
LG