Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Dê Rûsya bi Hêz Berevanîya Berjewendîyên Xwe Bike


Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Yekşemê gotku dê Rûsya bi berdewamî berevanîya berjewendîyên xwe yên Ciyosiyasî bike.

Wî ev soz di ahengên bîranîna şerê cîhanê yê duyem de da, di demekê de ku nakokîyên Rûsya li gel welatên Rojava zêde dibine.

Putin li meydana Sor a Moskoyê ji hezaran leşker got ku “Rûsya bê rawestan berevanîya yaseya navnetewî dike û di heman demê de, em bi hêz berevanîya berjewendîyên xwe yên niştimanê dikin û silametîya xelkê xwe gerantî dikin.”

Wî got ku hin bîrokeyên Nazî “careke din têne darêştin da ku bi serdema niha re biguncin” û wî her wiha” gotara nijadperestîyê û baladestîya netewî û dijminahîya Samîyan û nefreta ji Rûsya” şermezar kirin.

Serokê Rûsî negot rexneyên wî ji bo kê ne, lê bi salane ku ew bi berdewamî behsa bilindbûna hêzên netewî û yên din ku xwedî li ramanên Nazî der dikevin li Okranîyaya ku Putin ew di sala 2014an de tevlî Rûsya kir piştî şoreşeke piştgirîya Rojava.

Putin bi berdewamî Amerîkî û Ewrupîyan bi rêvebirina siyeseteke dijî Rûsya tawanbar dike û tawanbarîyên wan yên dijî Rûsya red dike.

Amerîkî û Ewrupî dibêjin Mosko tundîyê li dijî opozisyonê bikar tîne û êrîşên Internêrê pêk tîne.

XS
SM
MD
LG