Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Rûs ji Helmeta Wergirtina Bo Leşkerîyê Direvin Derveyî Rûsya


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Bi hezaran Rûs hewl didin ku ji welatî derkevin da ku ji helmeta wergirtina sivîlan bo nav artêşê birevin. Ev pêngav roja Çarşemê di gotareke televizyonî de ji aliyê Serok Vladîmîr Pûtîn ve hat ragihandin, piştî ku hêzên çekdar yên Rûsî di hefteyên dawî de ji dagirkirina Ukraynayê ziyanên mezin dîtine.

Hinek karbidestên Ewropî dibêjin ku ev metirsiyek ewlehiyê li ser sînorên wan çêdike, û niyeta wan ew e ku bi girtina sînorên xwe berpisyarîyê bidin ser Pûtîn.

Associated Press radigihîne ku Wezîrê Derve yê Lativia Edgars Rinkevics roja Pêncşemê gotîye ku gelek ji wan kesên ku direvin “kuştina Ukraynîyan erê dikirin. Wê demê wan protesto nekirin. Ne rast e ku mirov wan weke kesên dijî şerî bihesibîne.”

Li sînorên bejahî yên li rojhilat, başûr û rojavayê welatî, rêzên otomobîlan roja Înê çend kîlometran dirêj bûn, ji ber ku welatîyên rûsî - bi piranî mêrên di temenê leşkerîyê de - hewl dan ku ji helmeta wergirtina bo leşkerîyê birevin.

Dîmenên ku ketine destê Radyoya Ewropaya Azad ku Rêxistina hevpara Dengê Amerîkayê ye rêzên dirêj yên otomobîl û kamyonan li dergehê Zemo Larsî ya Gurcistanê nîşan didin. Welatîyê Rûs Ivan, ku nexwest navê xwe bi tevahî bide, got ku derbasbûn wî 12 demjimêr girtin.

Li ser sînorên Rûsyayê yên bi Kazakistan û Mongolya re jî trafîka zêde û rêzên dirêj hatin ragihandin.

Li rojavayê dûr, zîrevanên sînor yên Fînlandayê ragihandin ku trafîka ji Rûsyayê di 48 demjimêrên borî de duqat zêde bûye.

Gelek welatên Ewropî û Amerîkaya Bakur hêlên esmanî yên Rûsî li qada xwe ya esmanî qedexe kirine, û ji ber ku Moskoyê bergirîyên bi heman rengî danane, derketina ji Rûsyayê her diçe dijwartir dibe.

Hat ragihandin ku bilêtên firînên ji bo welatên ku vîze ne pêwîst e, di nav de jî Tirkiyê, Sirbistan û Dubai, heta roja Pêncşemê hemû hatin firotin. Welatiyê Rûs Alex, ku wî jî nexwest paşnavê xwe bide, roja Pêncşemê çû Stenbolê da ku ji leşkeriyê xilas bibe.

Li alîyekî din, Rûsya roja Şemiyê ragihand ku ew generalê xwe yê herî payebilind yê berpirsê rêxistinê guhertîye ji ber ku operasyona wê ya leşkerî li Ukraynayê rastî pirsgirêkên berfireh yên rêxistinê dibe.

Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê li ser Telegramê got: "Generalê artêşê Dmitriy Bulgakov ji erka cîgirê wezîrê berevaniyê hat dûrxistin" û dê li şûna wî Kolonel Mikhail Mizintsev bihêt erkdarkirin.

XS
SM
MD
LG