Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu îro Sêşemê got ku ku ti plana wan ser seferberîyeke nû tuneye.
Shoigu da zanîn ku îsal heta niha pirtir ji 335,000 kes jibo beşdarîya li hêzên çekdar yan yekîneyên dilxazî serî li wan dane.
‘’Leşkerên hêzên çekdar têra wan dikin ku ew operasyon taybet yên leşkerî li dar xin. Tenê meha borî pirtir ji 50,000 kesan serî li me dane," Shoigu got.
Serokê Rûsya Vladimir Putin sala borî jibo 300,000 leşkerên nû seferberîya sînordarkirî ragihandibû.
Bi sed hezaran ciwanên Rûsî jiber fermana Putin ji Rûsya revîbûn.
Tevî ku Putin pir caran dîyar kir ku seferberîya nû ne hewce ye jî, hin karbidestên Rûsî fermana Putin şaş dibînin û dibêjin ku jiber wê fermanê gelek kes ji welêt derketine.
Jêder: Reuters