Wezareta berevaniya Rûsî dibêje çekdarên serhildêr li parêzgeha Idlibê xwe amade dikin ji bo êrîşeka kîmawî.
Wezaretê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de got hin çavkaniyan diyar kirine ku gurûpa Desteya Rizgarkirina Şamê xwe amade dike ji bo pêkanîna êrîşeke kîmawî li dijî sivîlên Idilbê da ku piştre hikûmeta Sûriyê tawanbar bike.
Çavkaniyan ji wezaretê re gotiye ku jimarek Erebeyên barhilgir li gel madeya Klorînê gihîştibûn bajarokekî li navçeyê û piştre hat veguhestin bo gundekî nêzîk.
Wezareta Rûsî her wiha idîaa kir ku kontrakterekî taybet ê Brêtanî di amadekirina êrîşê de alîkariya serhildêran dike.
Daxuyaniya Rûsî tê çend rojan piştî huşdariya rawêjkarê ewlekariya niştimanî ya Amerîka John Bolton ku wê Amerîka bersiveke tund bide eger hat û rêjîma Sûrî êrîşeka kîmawî pêk anî.