Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Interfax: Çar Kesayetiyên Leşkerî yên Rûsî Li Sûriyê Hatin Kuştin


Wezareta berevaniya Rûsî got 4 kesayetiyên leşkerî yên Rûsî li parêzgeha Dêr el-Zor a rojhilata Sûriyê hatin kuştin, li gor Ajansa Nûçeyan Interfax ku îro Yekşemê ragihand.

Wezaretê got pevçûn derketin holê piştî jimarek gurûpên serhildêr êrîşî bigeheka artêşa Sûriyê kir.

Rawêjkarên Rûsî yên li bingehê şer birêve dibirin hatin kuştin.

Pênc kesên din jî birîndar bûn û hatin veguhestin bo nexweşxaneyeka leşkerî ya Rûsî. Du kes ji wan bi birînên xwe mirin.

Wezaretê got 43 serhildêr di şer de hatin kuştin, li gor raporta Interfaxê.

XS
SM
MD
LG