Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nobedariyên Yekem ên Rûsya û Tirkiyê li Sûriyê Tên Qutkirin


Ajansa nûçeyan a Rûsya ji ser zimanê berpirsên wezareta berevaniya Rûsya ragihand ku Rûsya û Tirkiyê neçar bûn ku nobedariyên xwe yên hevbeş li Sûriyê qut bikin bi sedema kiryarên serhildêran li wir.

Noberdariyên li ser riya M4, li parêzgeha Idlibê, ew encama rêkeftina agirbesta 5ê vê mehê bû di navbera Mosko û Enqerê de.

Li gor rêkeftina ku tuyndûtijî û kiryarên dijminahî rawestandin, biryar e hêzên Rûsya û Tirkiyê korîdoreka ewlekariyê li herdu aliyên riya sereke ya M4 durist bikin û her wiha nobedariyên hevbeş bikin.

Li gor ajansa RIA, wezareta berevaniya Rûsya di şîrovekirina qutkirina nobedariyan de got:

“Ji bo ku girjiyan derxin holê, terorîst dixwazin sivîlan wek mertalên mirovî bikar dianîn.”

Wezaretê got wan demeke bêhtir dabû Enqera ku serhildêrên ku girjiyan derdixin pêş, bide alîkî.

Tilfizyona Rûsî ya Rosiya 24 got ku polîsê leşkerî yê Rûsya plan dikir bi sê erebeyan nobedariyên hevbeş li gel Tirkiyê bike.

XS
SM
MD
LG