Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Tirkîyê Navendeka Çavdêrîyê ji bo Nagorno- Karabax Vedikin


Wezareta berevanîya Azerbîjanê îro Şemîyê got ku Rûsya û Tirkîyê navendeke hevbeş li herêma Nagorno-Karabax vekirine ji bo çavdêrîya agirbesta şerê ku sala borî li wir derketibû pêş.

Navenda ku herdu welatan meha Mijdara borî li ser erê kiribû, bi awayekî fermî li herêma Agdam a Azerbîjanê hate vekeirin.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku navend 60 endamên her yek ji Tirkîyê û Rûsya vedihewîne.

Piştî şeş hefteyan ji şer, Azerbîjan û Ermenistanê agirbesteka bi navberîya Rûsya îmze kir ji bo herêma Nagorno-Karabax ya ku li ser asta navnetewî wek beşek ji Azerbîjanê tê nasîn lê piranîya rûniştvanên wê Eremenî ne.

Tirkîyê roja Înê gortibû ku dê generalek û 38 kesayatîyên din li navendê kar bikin.

Ajansa Interfax ragihand ku wezareta berevanîya Rûsî gotîye dê çavdêrî bi rîya firokên bê firokvan û nirxandina agahîyên hin çavkanîyên din bibe.

Tirkîyê li Nagorno-Karabax piştgirîya Azebîjanê dike û rexneyan li Grûpa Minsk a ku Amerîka û Frensa û Rûsya serkirdayetîya wê dikin, dike li dor çaresernekirina nakokîya bi dehan sal a herêmê.

XS
SM
MD
LG