Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Kombûna Erdogan û Putin li dor Sûriyê


Serokên Rûsya û Tirkiyê îro li Soçî kom bûn ji bo gotûbêjkirina rewşa dawî li bakur û rojhilatê Sûriyê, di demekê de ku agirbesta Tirkiyê li wir demjimêr 10 îşev bi dema navxweyî bidawî dibe.

Çavdêr behsa giringiya vê kombûnê dikin ku wê bandoreke raste rast bide ser operasyona Tirkiyê, hebûna hêzên Kurdî û her wiha hebûna hêzên hikûmeta Sûriyê li Kobaniyê û Minbijê.

Piştî vekişîna Amerîka ji bakur û rojhilatê Sûriyê diyare rola Rûsya ku berê jî bihêz bû li Sûriyê bihêztir dibe û hêzên rêjîma Esed jî desthilata xwe roj bi roj li wan herêmên ku bi salan e ji dest dayî vedigerînin.

Rûsya dikare çi bide Tirkiyê û Tirkiyê li beramber dikare çi bike?

Hebûna hêzên hikûmetê li bakur û rojhilatê Sûriyê dê çi bandorê bide ser operasyona leşkerî ya Tirkiyê?

Çarenûsa hêzên Kurdên Sûriyê li wê herêmê çawaye û kê dikare alîkariya wan bike ku neyên tunekirin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Elî Mîran, mamosteyê zanîngehê li herêma Kurdistana Îraqê û Kadara Pîrê rêvebirê rêxistina Kurd bê sîno li Frensa.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:23:39 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG