Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Ukraynî li Derveyî Kîevê Şerî Hêzên Rûsî Dike


A man inspects the damage at a building following a rocket attack on the city of Kyiv, Ukraine, Feb. 25, 2022.
A man inspects the damage at a building following a rocket attack on the city of Kyiv, Ukraine, Feb. 25, 2022.

Rusya roja duyemîn da şerî dijî Ukraynayê berdewam dike û Artêşa Ukraynayê ewro roja Înê got ku ew li bakurê rojavayê paytext Kievê li dijî hêzên Rûsî şer dikin.

Artêşa Kîevê li ser rûpela xwe ya Facebookê got: "Hêzên êrîşa hewayî ya hêzên çekdar yên Ukraynayê li herêmên niştecihên Dymer û Învankiv şer dikin." Dymer nêzîkî 45 kîlometreyan bakurê Kievê ye, Ivankiv jî nêzîkî 60 kîlometre bakurê rojavayê paytexta Ukraynayê ye.

Nûçegihanê AFP'ê ragihand ku ewro Înê li navçeyeke bakurê paytexta Ukraynayê Kîevê teqîn û gulebaran çêbûn, , dema ku hêzên dagirker yên Rûsyayê bajarî dorpêç dikin.

Herwiha dengê çekên biçûk li herêma Obolonsky hat bihîstin, û teqînên mezintir heta navenda bajêrê Kîeve dihatin bihîstin.

XS
SM
MD
LG