Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Ser Êşkencekirina Leşkerên Xwe ji Alîyê Ukrayna ve Dozên Tawanan Vedike


Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê roja Pêncşemê got ku ew dozên tawanan vedike ku tê îdia kirin ku leşkerên Ukraynî hevtayên xwe yên Rûsî êşkence kirine dema ku Moskowê operasyonên xwe yên leşkerî li Ukraynayê didomîne.

Komîteya ku tawanên mezin lêkolîn dike, got ku hinek leşkerên Rûsî ji alîyê hêzên Ukraynayê ve li herêmên Zaporizhzhia û Mykolaiv hatine girtin û bi awayekî neqanûnî ji alîyê ewlehîya Ukraynayê ve hatine ragirtin.

"Rûs rastî tundûtîjîya fîzîkî û êşkenceyê hatin da ku wan neçar bikin ku li ser şert û mercên girtina neqanûnî li baregehên Dezgeha Ewlehîya Ukraynayê û herwiha li ser operasyona leşkerî ya taybet ya Rûsyayê daxuyanîyên derewîn bidin," daxuyanîyê got.

Reuters nekarî bi awayekî serbixwe îdiayên komîteyê piştrast bike, lê Ukraynayê got ku ew hemî agahdarîya di derbarê reftara digel girtîyên şer da kontrol dike û dê li ser binpêkirinan lêkolîn bike û li gor rewşê dê bergirîyên qanûnî bigire.

Alexander Bastrykin, serokê Komîteya Lêpirsînê, roja Pêncşemê ferman da ku li ser topbarankirina hêzên Ukraynayê li ser sivîlên ji Komara Gel ya Luhanskê ya xwenaskirî lêkolînek were kirin dema ku ew ji herêma Kharkivê ya cîran derdiketin.

Rûsyayê di 24ê Reşemê da bi deh hezaran leşker şandin Ukraynayê ku ew wek operasyoneke taybet bi nav dike ku karînên leşkerî yên cîrana xwe ya başûrî û kesên ku ew wek netewperestên xeternak bi nav dikin, têk bibe.

Lê, hêzên Ukraynê berxwedaneke tund nîşan daye û dewletên Rojavayî ambargoyên berfireh li ser Rûsyayê sepandin ku wê neçar bikin ku hêzên xwe ji wî welatî vekişîne.

XS
SM
MD
LG