Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojhilatê Ukraynayê Şer Gur Dibe


Li du bajarên girîng yên rojhilatê Ukraynayê şer gur dibe û hem Moskowa û hem jî Kîev îdîaya pêşkeftinê li eniya şer dikin.

Peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku leşkerên Rusî di karê xwe yê sereke yê "parastina sivîlan" da li herêmên di bin kontrola cudaxwazan li rojhilatê Ukraynayê serketine.

Û wî herwiha got ku hêzên Rusî beşek ji Ukraynayê "rizgar kirine" û "ev kar dê berdewam be heta ku hemû armancên operasyona leşkerî ya taybet bi cih dihên".

Hêzên Rusî hewl didin ku bajarên Sievierodonetsk û Lysychansk li parêzgeha Luhanskê ya rojhilatê Ukraynayê dorpêç bikin.

Serokê Ukraynayê yê herêma Luhanskê, Serhiy Gaidai, gote televîzyona netewî ku Ukraynayê perçeyek mezin ji axa Sievierodonetsk vegerandiye. Wî got ku leşkerên Ukraynayê nêzîkî 20% ji erdê ku berê Rûsyayê girtibû vegerandine.

Gaidai got ku leşkerên Rusî tenê bi topên giran pêşve diçin, û dema ku Ukrayna têra xwe çekên Rojavayî yên dûravêj wergirtin, ew dê bikarin Rusan neçar bikin ku xwe paşda vekişin.

Amerîka û Brîtanya vê heftîyê soz dan ku sîstemên mûşekî yên pêşkeftî bo Ukraynayê bişînin. Wezareta Berevanîyê ya Ukraynayê got ku leşkerên Ukraynayê li Ewropayê dest bi rahênanan kirine da ku çekan bikar bînin.

XS
SM
MD
LG