Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dawî Ya Krîza Ukraynayê


Rusyayê êrişên xwe li seranserê bajarên Ukraynayê ser sivîlan zêde kirine. Peyvdarê Pentagonê John Kirby duhi roja Înê gote rojnamevanan, "Em dibînin ku liva hêzên bejayî yên Rûsyayê ber bi Kîevê ve zêde bûye, bi taybetî ji alîyê rojhilat ve.

Hêzên bejayî yên Rûsyayê 15 heta 25 km dûrî navenda paytexta Ukraynayê Kîevê bûne. Cîgira serokwezîrê Ukraynayê Iryna Vereshchuk got ku ew hêvî dike ku çend korîdorên mirovahî bêne vekirin ji bo bi hezaran niştecihên bajarên bomberdûmankirî, di nav de ji bajarê benderê yê dorpêçkirî Mariupol heta Zaporizhzhia.

Karbidest dibêjin rewşa Mariupol di metirsîyê da ye ji ber ku hejmara kuştiyên ji ber topbaran û dorpêça 12 rojan nêzîkî 1,600 kesan bûye.


Brîtanya dibêje hêzên Rusyayê yên esmanî û mûşekî bajarên rojavayê Ukraynayê Lutsk û Ivano-Frankivsk kirine armanc.

The Associated Press û AFP ji zarê Wezareta Derve ya Ukraynayê ewro roja Şemiyê ragihand ku mizgefteka li bajarê Mariupol li başûrê rojhilatê Ukraynayê, ku 80 sîvîlan bo xwe kirîye stargeh, ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatîye topbarankirin.

Wezaretê li ser hejmara xwe ya Twitterê got: "Mizgefta Sultan Silêman û hevjîna wî Roxolana (Hurrem Sultan) ya li Mariupolê ji aliyê dagirkerên Rûsyayê ve hatîye topbarankirin. Ji ber topbaranê zêdetirî 80 kes zarok jî di nav da li wê mizgeftê xwe vedişêrin û nav di wan da welatiyên Tirkiyeyê jî hene."

Di wê navberê da ambargo û bergirîyên aborî dijî Rusyayê hem li Amerîka û hem jî li Ewropayê têne zêdekirin.


Serokê Amerîkayê Biden roja Înê got ew bergirîyên li dijî Rûsyayê zêde dikin. Bi wî awayî Waşîngton derbeyek din li bazirganiya Moskowayê dide, dravên pêşveçûnê bo Rusyayê ravestandin, derkirîna xwarinên deryayî, vodka û xişrên Rûsî qedexe kirin û ambargo dana ser mîlyarder Viktor Vekselberg û sê endamên malbata peyvdarê Putinî û qanûndaneran.

Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der Leyen jî duhi roja Înê got, YE dê beşdarî Washingtonê bibe û rewşa bazirganiyê ya Moskowê ya "neteweya herî bijarte" ravestîne, samanên krîpto qedexe bike û hinardekirina tiştên luks yên Yekîtiya Ewropayê ravestîne û derkirîna hesin û pola ji Rûsyayê qedexe bike.


Ofîsa serokwezîrê Italyayê jî got polîsên Îtalyayê dest danîne ser keştîyeka milyarderê Rûsî Andrey Igorevich Melnichenko, çend roj piştî ku ew karsaz kevte lîsteya ambargoyên Yekîtiya Ewropayê.

XS
SM
MD
LG