Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wan Alavên Amerîkî Û Ewropî Li Herêma Kharkiv Ya Ukraynayê Wêran Kirine


Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ewro roja Şemiyê got ku wan depoyek mezin ya alavên leşkerî yên ji Amerîka û welatên Ewropî li nêzîkî îstasyona trenê ya Bohodukhiv li herêma Xarkiv ya Ukraynayê ji nav birîye.

Wezaretê got ku wan şeva borî li 18 navendên leşkerî yên Ukraynayê xistine, di nav wan de sê depoyên çekan li Dachne, li nêzîkî bajarê bendera Odesayê hene.


Li alîyekî din, Wezareta Berevanîyê ya Brîtanyayê roja Şemiyê di Twîtterê da bi daxuyanîyek asayî ragihand ku pevçûnên li Ukraynayê ziyanek giran daye li hinek yekîneyên herî jêhatî û şiyanên herî pêşkeftî yên Rûsyayê.


Wezaretê got ku di şer de herî kêm tankek T-90M ya herî pêşketî ya Rûsyayê hatîye jinav birin. Nêzîkî 100 tankên T-90M di destê yekîneyên herî baş yên Rûsyayê da ne, di nav wan da yên ku li Ukraynayê şer dikin jî hene.


Rojnameya Washington Post radigihîne ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy hişyarî daye gelê xwe ku berî cejna Serkeftinê ya Rûsyayê balê bidin ser sîrenên êrîşa hewayî û qedexeyên derketina derve.


Cejna 9ê Gulanê nîşana serketina Yekîtiya Sovyetê ya sala 1945an e dijî Nazîyên Almanyayê, û Ukrayna ditirse dema cejn nêzîktir dibe ew dê rastî êrişên pirtir û bihêztir bibin.

Al Jazeera jî radigihîne ku di gotara xwe ya vîdyoyê ya şeva borî da, serokê Ukraynayê gotîye ku hewildanên dîplomatîk didomin ji bo rizgarkirina leşkerên Ukraynî yên ku kargeha pola Azovstal li Mariupolê diparêzin.

XS
SM
MD
LG