Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê 20 Dronên Ukraynayê Xistine Xwarê


Rûsyayê îro Şemiyê got ku wê 20 dronên Ukraynayê li nêzîkî Nîvgirava Qirimê xistine xwarê.

Di heman demê de, wezareta berevaniyê ya Brîtanî îro Şemiyê got ku leşkerên Rûsî yên ku li Ukraynayê şer dikin dê hinekî ji şer vekişin. Di serwextkirina istîxbaratî ya rojane de, wezaretê got ku di destpêka Tîrmehê de fermandarê Artêşa 58an a Çekdarên Hevbeş ji kar hate dûrxistin, belkî ji ber ku wî gotibû hêzên wî "pêwîst e bên rihetkirin".

Wezaretê got ku Rûsya "îhtîmal e" yekîneyên hêzên asmanî ji herêma Khersonê ji nû ve bo aliyê Orikiv a nakok li herêma Zaporizhzhia bi cîh bike. Di raporê de hat gotin ku 58emîn Artêşa Hevbeş ji Hezîranê ve di nava şer de ye.

Herwiha di raporta wezareta berevaniyê de hatiye gotin ku hatina yekîneyên hêzên asmanî jî dê rê bide focên 70 û 71 yên ku di bin topbaraneke giran de ne, ku ji eniya şer bêhnekê bistînin.

Lêbelê, ev tevger, li gorî raportê, "dibe ku berevaniya Rûsyayê ya li nêzî perava rojhilatê çemê Dnipro qelstir bihêle, ku ew rastî êrişên Ukrayna yên deryayî û bejahî dibin."

Koşka Spî dibêje ew pabend e ku firokvanên Ukraynî li ser firokeyên F-16 li Amerîkayê perwerde bike, piştî ku bernameyên weha yên perwerdehiyê li Ewropayê gihîştin kapasîteyê.

Peyvdarê Koşka Spî John Kirby roja Înê di civîneke çapemeniyê de gotibû ku lezkirina pêvajoya perwerdehiya firokvanan li ser balafirên leşkerî û her weha piştgiriyên din yên lojîstîk, girîng e.

Çavkanî: VOA English

XS
SM
MD
LG