Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê 60 Dronên Ukrayna Xistine


Karbidestên Rûsya îro Yekşemê radigihînin ku hêzên Ukraynî 9 muşekên ATACMS yên çêkirina Amerîka avêtine Qirimê.

Li gor ragihandina wan karbidestan, Ukrayna bi pirtir ji 60 muşekan êrîş birine ser parzûngeheke petrolê ya li başûrê Rûsya.

Wezareta Berevanî ya Rûsya da zanîn ku berevanîya esmên li ser esmên 9 muşekên ATACMS û li herêma Krasnodar 57 dron û li herêma Belgorodê jî 3 muşek xistine xwarê.

Jêderên herêmî dibêjin ku 6 dron li axên parzûngeha petrolê ya li Slavyansk ya herêma Krasnodar ya li başûrê Rûsya ketine.

Ajansa nûçeyan ya Interfaxê dîyar kir ku parzûngehê piştî êrîşê xebatên xwe sekinandine.

Parzûngeha Slavyanskê salê dikare 4 mîlyon metrîk ton perol çêke.

Kîevê ser ragihandinên Rûsya hîn ti daxuyanî nedaye.

Rûsya dîyar dike ku piştî hêzên wê li Kharkivê ya rojhilata bakurê Ukrayna enîyên nû vekirine êrîşên hêzên Ukraynî yên li ser axên wê zêde bûne.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje ku ew jibo berevanîya dijî êrîşên Ukrayna li herêma Kharkivê herêmeke tampon çêdike û hişyarîyê dike ku Kîev bi karanîna çekên dewletên Rojavayî girjîya di navbera wan dewletan û Moskowê de gur dike.

Rûsya do Şemîyê ragihand ku kontrola gundê Starytsia ya li Kharkivê ketiye destê wê û hêzên wê yekîneyên Ukraynî li Sumyê jî têk birine.

Ji alîyê din ve artêşa Ukrayna îro Yekşemê ragihand ku hêzên wê bi şev 37 dronên Rûsya xistine xwarê.

Li gor ragihandina artêşê dronên Şahid li herêmên Kîev, Odesa, Mykolaiv, Sumy, Vinnytsia, Zhytomyr, Cherkasy û Khersonê hatine xistin.

Walîyê Odesa Oleh Kiper da zanîn ku li herêmê 20 dron hatine pûç kirin.

‘’Li herêma Odesa avahîyekê jiber enqaza dronekê zarar dît. Li Odesa jî enqaz li baxçeyeke rûniştinê ket. Baş e ku ti kes birîndar nebû.’’

Ji herêmên din jî ti birîndarbûn û zarar nehat ragihandin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku wê nekarîye ew bi awayekî serbixwe nûçeyan piştrast bike.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG