Wezîrê derve yê Brîtanya James Cleverly got ku Brîtanî hîn jî peymaneke navnetewî dixwazin li dor peydakirina tankên Almanî ji bo Ukraynayê ku Kyiv dibêje wan di şerê li dijî Rûsyayê de pêwîstî pê heye, lê divê Almanya veguhestina wan erê bike.
Rawêjkarê payebilind ê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Şemiyê bang li hevalbendên Kyiv kir ku "zûtir hizir bikin" li dor zêdekirina piştgiriya xwe ya leşkerî, rojeke piştî ku wan li hev nekir li ser şandina tankên şer ên ku ji hêla Kyiv ve tên xwestin.
Wezîrê berevaniya nû yê Almanya, Boris Pistorius ji rojnameyeke Almanî re got ku ew plan dike di demek nêzîk de serdana Ukraynayê bike, di demekê de ku Berlîn rûbirûyê fişarê bûye ku rê bide şandina tankên Leopard ên Almanî bo Ukraynayê.
Berpirsekî radebilind ê rêveberiya Biden roja Înê gotibû ku Amerîkî şîretan li Ukraynayê dikin ku dest bi êrîşeke mezin li dijî hêzên Rûsî nekin heta ku çekên Amerîkî yên dawî neyên dabînkirin û rahênan li ser wan bi dawî nebe.
Hevalbendekî nêzîk yê Serok Vladimir Putin got ku radestkirina çekên giran bo Kyivê ku gefê li herêmên Rûsyayê dixwe, dê bibe sedema karesateke cîhanî û dê argumentên dijî bikaranîna çekên wêrankirina komî bêwate bihêle.
Karbidestên ji herêmên Zaporizhzhia û Sumy roja Şemîyê gotibûn ku Rûsya topbarana li ser herêmên rojhilatê Ukraynayê li derveyî xeta pêşîn a sereke li herêma pîşesazî ya Donbas zêde kir.
Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê got ku êrîşeke vê dawiyê yekîneyên artêşa wê li ser xeta eniya Zaporizhzhia pêş ve biriye, îdiayeke ku rayedarên leşkerî yên Ukraynayê wek agahiyên nerast bi nav kirin.
Ajansa Reutersê ku ev nûçe belav kir, nekarî bi awayekî serbixwe raportên meydanî yên şer piştrast bike t bike.
Li aliyekî din, Wezîra Xezîneyê ya Amerîka Janet Yellen got ku Welatên rojavayî dixebitin da ku bihayên berhemên neftê yên dubarekirî yên Rûsî sinûrdar bikin da ku herikîna domdar a mazota rûsî misoger bikin, lê bazar tevlihev in û renge ku tişt li gorî planê neçin.
Di derbarê cezayan de, Koşka Spî roja Înê gotibû ku Amerîka dê hin cezayên din hefteya bê li dijî kompaniya leşkerî ya taybet a Rûsî Wagner Group bisepîne, ku karbidestên Amerîkî dibêjin di şerê Ukraynayê de alîkarîya artêşa Rûsyayê dike.
Serokê Wagner, Yevgeny Prigozhin, roja şemiyê nameyek kurt ji Koşka Spî re şand û jê pirsî ka kompaniya wî bi çi sûcî tê tawanbarkirin, piştî ku Waşintonê cezayên nû ragihandin.
Çavkanî: Reuters