Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê Êrîşên Mûşekî li Dijî Ukraynayê Pêk Anîne


Wezareta berevaniya Rûsyayê roja Yekşemê got hêzên wan roja Şemiyê pêleke êrîşên mûşekî li dijî navendên leşkerî û jêrxaneya Ukraynayê pêk anîn.

Berpirsên Ukraynayê dibêjin, êvara Şemîyê herî kêm 21 kes di êrîşeke Rûsî de li ser komek avahiyên niştecîbûnê li bajarê Dnipro hatin kuştin.

Wezareta berevaniyê ya Rûsî Dnipro weke armanceke taybet a ti êrîşan binav nekir.

Di daxuyaniya xwe de Rûsyayê got, "hemû cihên destnîşankirî hatin armanckirin. Armanca êrîşê pêk hat."

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got ku operasyona leşkerî ya taybet meyleke erênî nîşan dide û ew hêvî dike ku leşkerên rûsî piştî Soledar destkeftiyên zêdetir bi dest bixin.

Putin ji televîzyona dewletê ya Rossiya 1 re got ku "liv û tevger erênî ye... Her tişt di çarçoweya plana wezareta berevaniyê û fermandariya giştî de pêş dikeve."

Wî got, "Û ez hêvî dikim ku şervanên me bi encamên şerê xwe bêtir me kêfxweş bikin."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG