Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Derdora Bingeha Navokî Ya Zaporizhzhia Hîn Metirsîdar e


Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy roja Înê got, rewşa bingeha navokî ya Zaporizhzhia li Ukraynayê "gelekî metirsîdar" dimîne, di encama topbarana ku bû sedema qutkirina bingeha navokî ya herî mezin ya Ewropayê, piştî ku du ji şeş reaktorên wê ji nû ve bi torê ve hatin girêdan cara yekem.

Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê hêzên Ukraynayê tohmetbar kir ku di 24 demjimêrên dawî de 3 caran bingeha Zaporizhzhia topbaran kirine. Ajansa Reutersê ku ev nûçe belav kir nekarî raporta qada şer piştrast bike, û ji Kyivê bersivek tavilê li ser vê îdîayê nebû.

Rûsya û Ukrayna hevdu bi topbarana li nêzî bingehê tawanbar kirin, ku roja Pêncşemê agir bi kaşên komira nêzîkî bingehê ket û ew ji tora elektrîkê qut kir.

Wezareta berevaniyê ya Brîtanyayê got, îhtîmal e ku Rûsya di van 5 rojên dawî de êrîşên xwe li ser sektora Donetsk a herêma Donbasê ya rojhilatê Ukraynayê zêde kiriye, di tevgerekê de ji bo têkbirina êrîşeke dijber ya leşkerên Ukraynayê.

Fermandarîya leşkerî ya Ukrayna got ku hêzên wê êrîşên hêzên Rûsî li ser rêya Soledar, Zaitseve û Mayorskê li herêma Donetsk têk birin.

Fermandarîya leşkerî ya başûrê Ukrayna got ku êrîşeke asmanî ya Ukraynayê sîstemeke berevanîya asmanî ya Rûsî li herêma Xerson wêran kir, di heman demê de pirên Antonivskyi û Daryivskiy ji alîyê otombîlên giran ve nehatine bikaranîn piştî êrîşên berê.

Ukrayna plan dike ku hejmara navçeyan li eniyên şer berfireh bike, ku tê de derxistina sivîlan dê neçar be, ji ber ku ew dever dikarin bên dagîrkirin û rûbirûyê pirsgirêkên nebûna germkirina navendî bibin vê zivistanê, cîgirê serokwezîr roja Înê got.

Serokê berê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, hevalbendê sereke yê Serok Vladîmîr Putin, roja Înê got ku Mosko dê helmeta xwe ya leşkerî li Ukraynayê ranewestîne tevî ku Kyiv bi fermî dev ji xwestekên xwe yên tevlêbûna NATOyê berde.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG