Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê Hewleke Ukraynayê Ya Desteserkirina Santrala Navokî Têk Bir


Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja Şemiyê di civîna xwe ya rojane de got, hêzên Ukrayna di êrîşekê de şeva Înê hewl dan ku santrala navokî ya Zaporizhzhia bigrin.

Wezaretê got ku hêzeke deryayî ya Ukraynayê ku ji zêdetirî 250 leşkeran pêk tê, hewl da ku li peravên golê li nêzî bingeha Zaporizhzhia li başûrê Ukraynayê demjimêr 11:00 roja Înê bi dema herêmî dakevin.

Wezareta berevaniyê got: "Tevî ku nûnerên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) li santrala navokî ya Zaporizhzhia amade bûn, rejîma Kîev careke din hewl da ku wê santralê bigire."

Rûsya got ku hêzên wê êrîş bi lêdanên helîkopterên serbazî û firokeyên şer pûç kirin, 20 keştiyên Ukraynayê wêran kirin û bûn sedem ku yên din belav bibin û êrîşê rawestînin.

Reuters ku ev nûçe belav kir nekarîbû raporê piştrast bike.

Kîev û Mosko di mehên dawî de li ser êrîşên li ser santrala navokî, santrala enerjiya atomî ya herî mezin a Ewropayê, hevdu sûcdar kirin.

Santral di meha Adarê de ji aliyê hêzên Rûsî ve hatibû girtin lê bi tora elektrîkê ya Ukraynayê ve girêdayî ye û hîn jî ji aliyê karmendên Ukraynayê ve tê xebitandin.

IAEA vê hefteyê erkek şand santralê di nav fikarên ku zêdebûna pevçûnan li wir dikare bibe sedema karesatek navokî ya bi şêwaza Chornobyl li parzemîna Ewropayê.

Rûsya û Ukrayna got ku rewş giran e û metirsiya karesateke navokî zêde ye. Ukrayna û welatên rojavayî gotiye ku Rûsiya vê bingehê wekî baregehek ji bo çekên giran bikar tîne da ku Ukraynayê ji gulebarana Ukraynayê dûr bixe.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu roja Îniyê red kir ku Rûsya çekên giran li santrala navokî yan li nêzîkî wê hene û Ukrayna bi pêkanîna "terorîzma navokî" bi rêya êrîşên wê li ser santralê tawanbar kir.

Nûnerê rejîma Rûsyayê li Zaporizhzhia ya dagirkirî got ku rewş li kargehê sibeha Şemiyê aram bû.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG