Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Û Rûsya Derabrê Êrîşên Ser Nexweşxane Û Keştiyên Sivîl Hev Du Tawanbar Dikin


(arşîv)
(arşîv)

Ukrayna ragihand ku Rûsya li bajarê Kherson ya li başûrê welêt êrîş biriye ser nexweşxaneyekê.

Li gor ragihandina karbidestên Ukrayna di êrîşê de doktorek hatiye kuştin.

Serokê Rêvebirîya Leşkerî ya Khersonê Roman Mrochko dîyar kir ku dijminên Rûsî dest bi êrîşên dijî rûniştvanên aram yên herêmê kirine.

Wêne û dîmenên ji herêmê hatine belav kirin nîşan didin ku li zemînekê xwîn û kavilên avahîyan hene.

Mrochko doktorê hatiye kuştin çend rojên berê dest bi kar kiriye.

Wî dîyar kir ku karmendeke din ya saxlemîyê jî birîndar e û dermankirina wê didome.

Di heman demê de Şêwirmendê Serokê Ukrayna Mykhailo Podolyak îro Seşemê îdiayên Rûsyayê red kirin, yên ku dibêjin hêzên Ukraynî keştîyên sivîl li Derya Reş kirine armanc û wî daxuyanîyên alîyê Rûsî wek bi "xeyalî" bi nav kir.

Li gor ragihandina ajansa nûçan ya Interfax`ê, wezareta berevanîyê ya Rûsyayê berîya niha ragihandibû ku hêzên wê êrîşên dronî yên Ukraynayê li Derya Reş têk birine, dema ku wan keştîyên rewîtîyê yên sivîlan armanc dikirin.

Mykhailo Podolyak, şêwirmendê Seroke Ukrayna Volodymyr Zelenskyy li ser mijarê ji ajansa Reutersê axifî û îdiayên Rûsyayê red kirin.

"Bê guman, daxuyanîyên bi vî rengî yên karbidestên Rûsî xeyalî ne û tê de ti gotinek rastîyê jî tuneye. Ukrayna êrîş nekiriye, êrîş nake û wê ne êrîşî keştîyên sivîl, ne jî tiştên din yên sivîl bike," Podolyak got.

Jêder: AFP/Reuters

XS
SM
MD
LG