Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê li herêmê 5 gund bi dest xistine, lê Kîevê ew îdia red kir.
Li gor ragihandina Wezareta Berevanî ya Rûsyayê, Pletenivka, Ohirtseve, Borysivka, Pylna û Strilecha yên herêma Kharkiv ya li hember Belgorod ya Rûsya ketine destê hêzên Rûsan.
Karbidestên Ukraynî piştrast nekir ku ew gund ji destê hêzên wê derketine, lê Enstîtuya Xebatên Ser Şer ragihand ku dîmen nîşan didin ku bi kêmî ve gundek ketiye destê hêzên Rûsî.
Wê enstîtuya navend li Washingtonê dîyar kir ku pêşveçûna Rûsya ji alîyê taktîkî ve girîng e.
Walîyê Kharkivê Oleh Syniehubo got ku li dora 5 gundên ku 3-5 kîlometreyan nêzî sînor in pevçûn hene.
Syniehubov dîyar kir ku ew dizanin ku Rûsî li bakurê welatê wan hêzên çawa bi kar tînin û hişyarîya gurbûna girjîya li herêma da.
Wî got ku niha ser Kharkiv ya paytexta herêmê ti gef tuneye û dîyar kir ku tevî ku êrîşên muşekî û dronî dewam dikin jî ne hewce ye ku 1,3 mîlyon kesên li wir dijîn ji wir werin derxistin.
Walîyê Kharkivê roja Şemîyê di preskonferansa xwe ya dawî de dîyar kir ku zexta li bakurê wan zêde dibe û got ku hêzên wan heta niha 9 êrîş rawestandine.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî roja Şemîyê bi şev ragihand ku pevçûnên li dora 7 gundên Kharkivê didomin û bal kişand ser girjîya li Donetsk ya li başûr.
Karbidestekî leşkerî yê Ukraynî yê payabilind jî bi şertê ku navê wî eşkere nebe got ku Rûsya jibo avakirina herêmeke tampon û sekinandina êrîşa hêzên Ukraynî hewil dide ku 1 kîlometre heta nav Kharkivê here.
Rêvebirên Ukraynî didin zanîn ku jiber pêşveçûna hêzên Rûsî pirtir ji 1700 neçar mane ku ji herêmê birevin.
Rûsya, ku Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna, jiber kêmbûna hêzên mirovahî, çek û cebilxane û berevanîya esmên bi rewişeke dijwar re rûbirû maye û avantaj dikeve destê hêzên Rûsî ku ew enîyeke nû vedike.
Zelenskyy do Şemîyê bang li hevbendên Kîevê kir ku çekên ku sozên wan dane zûtir bişînin.
Wî dîyar kir ku paketên ku bi rastî kêrî wan tên ew paket in ku hatine Ukrayna, ne yên hatine ragihandin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin meha Adarê dîyar kiribû ku ew dixwazin ku li herêma Ukrayna ya nêzî Belgrodê herêmeke saxlemîyê çêkin.
Qesra Sipî jî ragihand ku hêzên Rûsî dibe ku êrîşeke berfireh bibin ser bajarê Kharkivê û bal kişand ku ew qonax bi qonax têne herêmê û li wir enîyeke nû vedikin.
Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Kirby roja Înê gotibû ku ger hêzên Rûsî êrîşeke ser bajarê Kharkivê nefikirin wisa nakin.
Kirby jibo Ukraynayê paketeke nû ya 400 mîlyon dolarî ya çek û cebilxaneyê ragihand.
Paketa nû rê dide Pentagonê ku bê erêkirina serokê Amerîkî û Kongresê, ji stokên Amerîkayê pêdivîyan bişîne.
Piştî ku Kongresa Amerîkî paketa alîkarîyê ya 95 mîlyar dolarî pejirand tevî ya dawî 3 caran alîkarîya leşkerî ya demûdest dide Ukraynayê.
Jêder: VOA, AP, AFP, Reuters