Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê Li Deryaya Barentsê Rê Li Firokeyên Amerîkî Girt

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja Yekşemê ragihand ku firokeyên şer ên Rûsyayê rê nedan du firokeyên stratejî yên Amerîkayê ku sînorê dewletê li ser Deryaya Barentsê binpê bikin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî ku armanceke esmanî ya ku nêzîkî sînorên Rûsyayê bû, tesbît kirin, artêşê balafirên şer ên MiG-29 û MiG-31 şandin. MiG’an ev balafir weke du bombeavêjên stratejîk ên Amerîkayê dan nasîn.

Wezaretê got: "Dema ku balefirên şer ên Rûsî nêzîk bûn, firokeyên stratejî yên Amerîkî berê firîna xwe serrast kirin... û paşê ji sînorê dewleta Federasyona Rûsyayê dûr ketin."

Wê her wiha got ku balafirên şer ên Rûsî ev firîn li gorî pîvanên navneteweyî yên li ser bikaranîna qada hewayî li ser avên bêalî pêk anîne.

Pentagon tavilê bersiv nedaye daxwazek ajansa Reuters ji bo şîroveyê li derveyî demjimêrên asayî.

Rûsyayê berê jî bûyerên bi vî rengî ragihandibû dema ku firokeyên wê rûbirûyê firokeyên leşkerî yên welatên NATOyê bûn ku nêzîkî sînorê wê difirin di demekê de ku aloziya tund li ser şerê li Ukraynayê heye.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG