Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Amerîka bi Rikeberîya Ne Dadmend ya Teknolocîya Agahîyan Tawanbar Dike


Rûsya îro Şemîyê Amerîka tawanbar kir ku ew derfetên teknolocîya agahiyan bikar tîne ji bo rikeberiyên ne dadmend yên platformên medya civakî û çavdêrîya li ser naverokên wan.

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova îro Şemîyê li ser Facebookê nivîsand ku “armanca Waşintonê diyar e- ew dixwaze derfetên teknolocya agahîyan bikar bîne ji bo pêşbirkên ne dadmend di hemî biwaran de.”

Rûsya vê hefteyê got ku ew leza Twitterê dadixe, wek tolvedan li dor têkçûna jinavbirina hin naverokên qedexe, li gor binavkirina wê. Wê huşdarîya bendkirina platforma Amerîkî da, gaveka ku dijberîyê di navbera kompanîyên medya civakî yên Mosko û Waşintonê de bilind dike.

Twitter niha hin dezgehên medyayî yên Rûsya wek” medya girêdayî dewletê” binav dike û Mosko vê yekê şermezar dike.

Serokê Rûsya Vladimir Putin meha Kanûnê hin yase îmze kirin ku hin deshilatên din dide Rûsya da platformên mezin ê medya civakî ya Amerîkî bend bike.

Twitter roja Sêşemê gotibû ku ew pir bi xem e li dor hewldanên bendkirina axaftinên giştî û bandora biryara Rûsya ya kêmkirina xizmetên Twitterê li ser azadîya axaftinê.

XS
SM
MD
LG