Lînkên eksesibilîtî

Hest û Helwest:Tawabarkirina Amerîka bi Alîkariya Daişê li Sûriyê


Ridwan Badînî û Ehmed Qasim

Wezareta Berevaniya Rûsya îro Sêşemê got Amerîka alîkariyê ji bo Daişê dabîn dike û tenê Idîa dike ku şerê terorê li Rojhilata Navîn dike.

Wezaret dibêje hêzên esmanî yên Amerîka hewil da rê bigre li erîşên esmanî yên Rûsya dijî çekdarên Daiş li derdora bajarê Bokemalê.

Wê got:

“Ev tiştên li ser erdê dibin belgeyên biryarbirin ku Amerîka alîkariya yekîneyên Daiş dike, di demekê de ku dibêje ew ji ber civaka navnetewî ve şerê terorê dike.”

Ev tawanên Rûsî ta kîjan astê duristin?

Di demekê de ku Amerîka û Rûsya daxuyaniyên hevbeş belav dikin li dor Sûriyê, axaftinên wiha çiqas ziyanê digihînin hewlên navnetewî yên dîtina çareseriyekê ji bo Sûriyê?

Bajarê Bokemalê çiqas girînge ji bo herdî hêzên cîhanî, ku her yek ji wan piştgiriya aliyekî dike li ser erdê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van pirsan:

Ridwan Badînî, mamosteyê zanîngehê ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne û şîrovekarê siyasî Ehmed Qasim ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG