Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ewê Bersîva Qedexekirina Derkirîna Neftê Bide


Dîmenek ji Moskowê (arşîv).
Dîmenek ji Moskowê (arşîv).

Kremlinê îro Çarşemê Washington bi ragihandina şerê aborî ye dijî Rûsyayê tawanbar kir.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got ku piştî biryara Washington ya qedexekirina derkirîna neft û gaza Rûsî, ew hizra bersîvdanekê dike.

"Toleyên welatên Rojavayî wekî kiryareke dijminahî ye. Ne zelal e heta çi radeyê ew tole wê zîyanê li bazarên enerjîya cîhanî bikin. Ev gavên ku Rojava hember me danîne helbet rewşa pir dijwar dikin û me neçar dikin ku êdî em jî bi awayekî cidî bifikirin. Em dibînin rewşa bazarên enerjîya cîhanî çawa dibe û em nizanin ewê heta çi radeyê ev yek bidome,” Peskov ji rojnamevanan re got.

Karbidestê Rûs dîyar nekir ku ewê bersîvdaneke çi rengî bidin, lê wî got ku Serok Vladimir Putin sibe Pêncşemê ligel hikûmeta xwe dicive ku kêmkirina bandora toleyan gotûbêj bike.

Daleep Singh, cîgirê şîretvanê ewlekarîya niştimanî yê Qesra Sipî got ku ew ne şerekî aborî ye, lê şêweyê eşkerekirina vîyanê ye.

"Şerê Rûsya li Ukraynayê şerekî hovane û bê wate ye. Me ji mêjve gotiye ku ger dijminahî zêde bibe, ewê pê re jî berdela wê zêde bibin.”

Rûsya roja Duşemê hişyarî dabû ku ger Amerîka û Yekîtîya Ewrupayê qedexe danîn ser derkirîna nefta xav ji Rûsyayê, dibe ku nirxê neftê jibo her bermîlekê bigihêje 300 dolaran.

Piştî biryara Washington ya qedexekirina derkirîna nefta Rûsî, buhayê bermîleke nefta xav ya Brent do Sêşemê gihişt nêzîkî 140 dolaran ku ew jî ji sala 2008’an vir ve jî buhayê herî bilind yê neftê.

XS
SM
MD
LG