Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Amerîka bi Kêmkirina Rola Wê di Şerê Cîhanî yê Duyem de Tawanbar Dike


Rûsya îro Yekşemê Amerîkla tawanbar kir bi kêmkirina rola Rûsya di têkbirina Almanya Nazî de dema şerê cîhanî yê duyem, û Moskoyê got ew dê di vê derabê de axaftineke rijdî bi Waşintonê re bike.

Daxuyaniyeke Koşka Spî ya vê hefteyê li ser Facebookê li dor salvegera 75an a şerê cîhanî yê duyem, tenê Amerîka û Brîtanya di serkeftina dijî Naziyan de bi bîr anîbûn.

Daxuyaniya Rûsî got:

“Berpirsên Amerîkî ne diwêrin û ne jî viyan hene ku rêzê bigrin li rola mezin a Artêşa Sor û xelk Soviyetê yên ku şer ji bo tevahiya mirovahiyê kirin.”

Mosko daxwaz ji Waşinronê kir ku bîranîna 1954an neke kêşeyeke nû ya pêwendiyên herdu welatan, ku berê di demeke ne baş de ne.

Dîroka şerê cîhanî yê duyem mijareke hestdar e li nik Rûsya ya piştî Yekîtiya Soviyet û bi taybetî di dema serokatiya Vladimir Putîn de.

Tê zanîn ku di şerê cîhanî yê duyem de 27 milyon kes li aliyê Yekîtiya Soviyet hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG