Rûsya îro Duşemê dîyar kir ku biryara Amerîka ya ser budçeya dawî Washington piştgirîya jibo Kîevê ranawestîne.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Ryabkov got ku Amerîka wê piştgirîya jibo Ukrayna bidomîne û nebûna alîkarîya ji Ukrayna re tiştek neguherîne.
Ryabkov got ku Kîev kirîdarê Washingtonê ye û wê danûstandina wan bidome.
Amerîka, ji şerê Rûsya û Ukrayna vir ve, ku Sibata 2022yan destpê kiribû, soza alîkarîya 43,9 mîlyar dolarî da.
Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje dewletên Rojavayî dixwazin ku hêzên Rûsî yên li Ukrayna têk bibin, lê dibêje ewê bi ser nekevin.
Putin dîyar dike ku wan diravên jibo çêkirina çekan û berevanîyê ji berê zêdetir kiriye.
Jêder: Reuters