Wezerata Dadê ya Swîsreyê got ku wan karsazekî Rûs ji Swîsreyê şandine Amerîkayê bo cezayên bazirganiya hundirîn.
Tê îddîa kirin ku Karsazê Rûs Vladislav Klyushin xwedîyê fîrmeyek cybersecurity û medya ya bi navê M13 ku giredayî Kremlînê ye. Li gor daxuyanîya Wezerata Dadê ya Amerîkî, karsazê Rûs bi tawana “tekilbûna planekê cîhanî ya bazirganîya zanyarîyên ne-civakî bi rîya dizîya toreyên komputerên Amerîkî di navbera meha 1ê ya 2018 û Îlona 2020an” de tawanbar tê dîtin.
Li gor malpera kompanîyê, berhemên wê ji alîyê “Rêveberîya Serokê Federasyona Rûsyayê, Hikûmeta Federasyona Rûsî, wezaretên federal, kompanîyên bazirganî û rêxistinên civakî” ve hatine bikaranîn.
Wezerata Dadê ya Amerîkî got ku yek ji wan stokên Klyushin zanyarîya hundirîn bikaranîye ya kompanîya Tesla ye.
Rûsya dibêje ku girtina karsazê Rusî diyar dike ku çawa Amerîka li dijî hemwelatîyên Rûs li cîhanê digere.