Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Divê NATO Garantîyê Bide ku Ewê Berfireh Nebe


NATO Secretary General Jens Stoltenberg, right, and Ukraine's Foreign Minister Dmytro Kuleba participate in a media conference at NATO headquarters in Brussels, Belgium, April 13, 2021.
NATO Secretary General Jens Stoltenberg, right, and Ukraine's Foreign Minister Dmytro Kuleba participate in a media conference at NATO headquarters in Brussels, Belgium, April 13, 2021.

Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Ryabkov dîyar kir ku divê NATO garantîyê bide ku ewê xwe berfireh neke.

Ryabkov da zanîn ku ger NATO garantîyê nede ewê Rûsya û NATû û Amerîka werin hemberî hevdu.

Wî dîyar kir ku ew bi ti awayî qebûl nakin ku Ukrayna bibe endama NATO.

Serokê Rûsya Vladimir Putin jî di rojên borî de gotibû ku ew ji NATO garantî dixwazin ku xwe berfireh neke û li nêzî sînorê Rûsya çekan bi cîh neke.

Li ser vê helwesta Moskowê, rêvebirîya Washingtonê dîyar kir ku ti welat nikare may li daxwaza Ukrayna bike ku dixwaze bibe endama NATO.

NATO di sala 2008’an de dabû zanîn ku ewê Ukrayna û Gurcistanê bixe nav yekîtîyê.

Heta îro her du dewlet jî hîn nebûne endamên NATO.

XS
SM
MD
LG