AP’ê ji zarê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov ragihand ku Moskow dê konsolxaneya Amerîka ya li bajarê St. Petersburg heta du rojan bigire.
Lavrov da zanîn ku ew dê bersîva welatên ku dîplomatên Rûs dersînor kirine bidin, û bi qasî hejmara wan dersînor kirî dê dîplomatan dersînor bikin.
Wezîrê Rûs dîyar kir ku wan Baly0zê Amerîka yê li Moskowê Jon Huntsman vexwendîye wezaretê û ji wî re gotîyê ku wan li ser bingeha bersîvdanê, biryara dersînorkirian 60 dîplomatên Amerîkî daye.
Rûsya da zanîn ku dê ser bingeha bersîvdanê dîplomatên welatên din jî dersînor bike.
25 welat ser êrîşa kîmyayî ya dijî sîxurekî Rûs û keça wî, Moskow tawanbar kiribû û zêdetirî 150 dîplomat dersînor kiribûn ku 60 kes ji wan li Amerîka kar dikirin.