Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Cezayê Zindankirina bi 13 Salan Dide Welatîyekî Din yê Amerîka


Servîsa Dadgeha Moskowê îro Pêncşemê ragihand ku dadgeheke Rûsî jibo welatîyê Amerîka Michael Travis Leake jiber qaçaxçîtiya hişbiran 13 sal cezayê zindankirinê lê birîye.

Wê servîsê dîyar kir ku Leake yê muzîkvan e û berê jî paraşutkar bû, jiber firotina hişbiran ser asteke mezin sûcdar hatiye dîtin.

Leake Hezîrana 2023’an hatibû girtin.

Wî li dadgehê çawa berevanîya xwe kiriye ne zelal e û ajansa nûçeyan ya Reuters ragihand ku wê nekarîye xwe bigihîne parêzerê wî.

Tevî Leake niha li Rûsya bi dehan Amerîkî girtî ne.

Peywendîyên Washington û Moskowê ji Şerê Sar vir ve di asta herî xirab de ne û karbidestên Amerîkî ser gefên girtin û tacîzê bang li welatîyên xwe dike ku demûdest ji Rûsya derkevin.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîka li Moskowê ser daxwaza şiroveyeke derbarê cezayê jibo Leake ti bersîv neda.

Amerîkîyekî din jî bi navê Robert Romanov Woodland wexteke zûtir vê mehê ji alîyê dadgeheke Rûsî ve 12,5 sal cezayê zindankirinê xwaribû.

Leake tevî bergumeneke din ya jin hat mehkûm kirin.

Vîdyoyên servîsa dadgehê belav dike nîşan didin ku herdu girtî di qefeseke dadgehê de li ser xwe ne.

Ew vîdyo nîşan didin ku Leake bi rûyekî tirş li dadgehê amade ye û li cîhekî serê xwe dihejîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG