Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg Wê Hefteya Pêş bi Balyozên Rojavayî û Karbidestên Rûsî re Biaxife


France NATO
France NATO

NATO roja Sêşemê got ku Sekreterê Giştî ye NATO’yê Jens Stoltenberg di hefteya bê de di navbera balyozên rojavayî û karbidestên Rûs de civînek li dar bixe da ku hewl bide aloziyên li ser zêdekirina hêzên Moskowê li ser sînorê rojhilata Ukraynayê bi Rûsyayê re nehêle.

Civîna NATO û Konseya Rûsya di 12 Çileyê de li Brukselê tê lidarxistin, du roj piştî ku karbidestên Amerîkî û Rûsî dest bi danûstandinên ewlekarî yên dualî li Cenevreyê dikin.

Hevalbendên rojavayî ditirsin ku Moskow 100,000 leşker li sînorê rojhilata Ukraynayê kom kirine û xwe amade dike ku êrîşî endama berê ya Yekîtîya Sovyetê bike.

Rûsya li garantiyê digere ku NATO daxwaza Ukrayna ji bo endamtîya di hevpeymaniya leşkerî ya Rojava de qebûl nake û dê zedekirina hêzên xwe yên leşkerî li Ewrupaya navîn û rojhilat paşve vekişîne.

NATO, ku Amerîka, Kanada û 28 edamên wê yên Ewrupî hene – got ku wezîrên wê yên derve dê roja Îniyê konferansek vîdyoyê li dar bixin ji bo amadekariyên civînên hefteya were bi Moskowê re.

XS
SM
MD
LG