Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Û John Bolton li Moskova Dicivin


Serokê Rûsya Vladimir Putin û John Bolton Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê Amerîka
Serokê Rûsya Vladimir Putin û John Bolton Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê Amerîka

Serokê Rûsya Vladimir Putin û John Bolton şêwirmendê ewlekariya Niştîmanî li Moskova hevdu dît, Putin got, serdana Bolton dibe, bibe sedema ji nû ve başkirina têkiliyên di navbera Amerîka û Rûsya de.

Putin got, peywendiyên di navbera Amerîka û Rûsya de "ne di rewşek baş de ne".

Berpirsa Rojnamegerî ya Qesra Spî Sarah Sanders di twîteke xwe de got, Bolton kesê ku herî dijwar li dij siyaseta Rûsya û çendîn caran daxwaza givaştin û zêdekirina sizayên ser Rûsya kirîye "dê ligel berpirsên Rûs yên di asta bilind de bicive, derbarê têkiliyên herdu welatan dê gotûbêjan encam bidin û dibe ku civîna herdû serokan jî rêk bêxin".

Dmitry Peskov peyvdarê Kremlin gote rojnamevanan "welat xemgîne" di seredanê de peywendiyên herdu welatan dê bihên gotûbêj kirin, herwiha hejmarek pirsgirêkên li cihanê dê bihên behis kirin.

Bolton bi hêvîye ku, di serdana yek rojî de, dê bibe sedem bo avakirina bingehên pêşîn yên pêkanîna hilcivînekê di nav bera Putin û Trump de.

Tê texmînkirin ku, civîna Putin û Trump bi encam bibe piştî ku Trump beşdariyê di hilvcivîna NATO de dike di rojên 11 û 12î Hezîranê û serdana wî ya Brîtanya roja 13î Hezîranê, herweha serdana Vienna û Helsinkî.

Trump û Putin heta niha du caran di dema beşdariya wan di aliyekê civînên navnetewî de hevdu dîtine û gelek carsan jî derbarê Hilcivînê bi rêya telefonê axivîn e.

Peywendiyên Rûsya û Amerîka aloz bûne, bi taybet piştî pirsgirêka Kirêmya û gomanbariyên destxistina Rûsya ya nav hilbijartinên serokatiya Amerîka sala 2016an.

XS
SM
MD
LG