Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Sizayên Nû Dide Rûsya Û Putin Bersivdanê Lêkolîn Dike


putin û obama

Welatên Yekgirtî yên Amerîka roja Pênşemê biryar da ku, 35 dîplomatên Rûs derbike daxwaz ji wan dike di navbera 72 seatan de axa Amerîka bi cî bihêlin.

Serok Obama roja Pênşemê di daxûyaniyekê de ragihand û got ev biryara Amerîka kardaneka maytikirinên Rûsyaye di hilbijartinên serokatiyê de, yên 11 Mijdarê pêkhatîn.

Dîplomatên Rûs yên ku biryara derkirina wan hatiye dan li Washington a paytext û bajarê San Francisco yê bakûrê eyaleta California bûn, herweha du navendên Rûsan li New York û Maryland ku bo karên sîxorî dihatin bikar anîn hatine daxistin.

Serok Obama herweha dibêje, Amerîka dê hêj sizayan bide ber Rûsya hind ji wan nayên eşkerekirin, dîsan da zanîn ku, derbarê maytêkirinên Rûsya di hilbijartinên Amerîka de ewê raportekê bişînin Kongirêsê.

Kremlin weke kardana destpêkê daxûyaniyek derabrê sizyên nû yên Amerîka weşand.

Kremlin radigehîne ku serok Putin niha sizayên nû yên Amerîka lêkolîn dike, herweha Kremlin dibêje, ev siza dê ziyanek mezin bide têkiliyên dîplomasî yên herdu welatan, di daxûyaniya Kremlin de hatiye ku ev siza ne yasayîne jiber ku desthilata Obama bitenê sê hefte mane, ne zelale ku serokê hilbijartî Donald Trump vê qebûl bike dema tê ser desthilatê.

XS
SM
MD
LG