Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dest bi Vekişandina Dîplomatên Xwe ji Rûsya Dike


Roja Sêşemê Amerîka dest bi veguhastina navmalî û pêdivîyan kir, ji avahîyên ku malbat û karmendên dîplomasîyên Amerîk li başûrê Moskova weke bingeha spor û dem bûrandinê bikar di anî.

Ev hewildana Amerîka nîşana dide ku, ew pêgiriyê bi daxwaza Kremlin dikin ya kêmkirina hejmara karmendên xwe yên dîplomatêk li Rûsya.

Serokê Rûsya Vladimir Putin weke reaksiyona Moskovayê li hember sizayên nû yên Amerîka liser Rûsya got bû, pêwîste Amerîka heta destpêka Îlonê bi rêjeya 60% ya hejmara dîplomatên xwe li welatê wan kêm bikin.

Nûçegihanê ajansa Reuters ji başûrê Moskova ragihand ku, li bingeha sporê ya endam û malbatên dîplomatên Amerîkî, karmendan dest bi karê veguhastinê kirine , karmendan gotiye serê sibê di seat 7:00 de, li gûr dema navxweyî ew hatine bingeha sporê bi armanca veguhastina mekîne û navmaliya bingehê, karê wan sê seatan dirêj kêşaye.

Weke ajansa TASS ya Rûsî dibêje, Sergei Ryabkov cîgirê wezîrê derve yê Rûsya gotiye, divê hemû dîplomatên Amerîkî û tiştên wan heta roja Sêşmê danê êvarî di avahî de nemînin.

Alozî di navbera Amerîka û Rûsya de dijwartir dibin, piştî hefteya bûrî kongresê sizayên nû liser Rûsya biryar dan, bi tawan ku Rûsya dest xistiye nav karên navxweyî û hilbijaratinên serokatiya Amerîka yên sala 2016an û bandor li encamên hilbijartinan kirîye.

XS
SM
MD
LG