Rûsya Çarşemê, Amerîka tawanbar kir bi handana raportên nerast yên derbarê bikar anîna çekê kîmyayî li Sûriyê bi armanca rêgirtina aştiya li Sûriyê ya ku, Moskova pêşengiya wê dike, hikûmeta Sûrî jî ew raport bi "derew" bi nav kir bûn.
Amerîka û 28 welatên din nihe kar dikin bo destnîşankirin û sizadana wan welatan yên çekê kîmyayî bikar tînin, di raportên nû de hatiye ku tê texmîn kirin Sûriyê li hefteya bûrî car din, çekê kîmyayî li bingehekê sereke yê serhildayên Sûrî li nêzîk Dîmeşq kar anîye.
Sergei Ryabkov cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, di hevpeyvîna roja Çarşemê ya ligel ajansa Interfax'ê de, Amerîka bi teşwîq kirina raportên "sexte û ne piştrast kirî" tawanbar kir, Ryabkov dide zanîn ku, bi anîna pêş ya raportên nerast derbarê kar anîna çekê Kîmyayî, Amerîka dixwaze hewlidanên Rûsya yên jibo aştiya li Sûriyê asteng bike.
Reaksyona Ryabkov piştî axiftinên wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson hat dema got bû "dawiya dawî Rûsya berpirse ji qûrbaniyan", ku tê texmîn kirin li heftiya bûrî bi çekê kîmyayî yê Sûriyê hat bin kuştin.
Rûsya di hefteya bihê de, dê li bajarê Sochi yê ser derya Reş konferansekê jibo aştiyê li Sûriyê rêk bixe, hin berpirsên opozsyona Sûrî dê beşdar bibin, lê êrîşên Tirkiyê û hevpeymanên wê yên opozisyona Sûrî bo ser Efrînê dê sîbera xwe li civînên Sochi bike.