Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Sûrîyê, Rûsya bi Tundî Rojava Rexne Kir


Sergey Lavrov
Sergey Lavrov
Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov bi tundî welatên Rojavayê rexne kir.

Lavrov dibêje ku gefeya Rojavayê jibo vekêşana 300 çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê eger Moskow bi mudaxeleya leşekrî razî nebe, wek tehdîd dibîne.

Lavrov dibêje, “ wan gote me eger hun piştgîrîya bernivîsa biryarekê nekin li çarçova benda 7'ê ya biryarnama Neteweyên Yekbûyî, em dema erkê çavdêran li Sûrîyê dirêj nakin.”

Wezîrê derve yê Rûsî got ku ez vê gotinê wek tehdîd dibînim. Rûsyayê herwiha mudaxeleya leşkerî li Sûrîyê red kir.
XS
SM
MD
LG