Hêzên Rûsî îro Çarşemê bajarên Mariupol û Kharkiv yên Ukrayna bombebaran kirin, dema ku welatên Rojavayî bêtir cezayan dijî Rûsya radigehîn in wek bersîva bo kuştina sivîlan kû Kîev û hevbendên wê kujeran bi tawanên şer sûcdar dikin.
Ji destpêka dagîrkirina Ukrayna ji alîyê hêzên Rûsî ve, bajarê Mariupol hatiye dorpêç kirin û bi berdewamî tê bombaran kirin.
Li bajarê Mariupolê bi deh hezaran sivîl asê mane; bê xwarin û vexwarin û herwiha elektrîk.
Ajansa agahîyên leşkerîya Birîtanî dibêje ku rewşa mirovanî ya li wî bajarî her diçe xirabtir dibe.
Karbidest li bajarê Luhansk ya li rojavaya Ukrayna daxwazê ji xelkê sivîl dikin da kû bajar vala bikin û hişyarîyê didin ser girtina rêkan bi egera bombarankirina herêmê li alîyê hêzên Rûsî ve.
Cîgirê serokwezîrê Ukrayna jî dîyar kir ku ew ji ser 11 rêkan sivîlan ji herema Donbas derdixin, dema ku tê ragihandin ku hêzên Rûsî bo êrîşekê ser heremên Donbas û Luhanks amadekarîyan dikin.