Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vahap Coşkun: Rûsya û Îran Dijî Operasyona Tirkîyê Ne li Sûriyê


Wezîrên Karênderve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Tirkîye rexne kir û daxûyand ku Tirkîyê ji bo Îdlîbê erka ku dabû ser milê xwe neanîye cî.

Di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan de di hevdîtinên ku hatibû çêkirin de ser lihevkirina Îdlîbê pêk hatibûn.

Sergey Lavro di rexna xwe de ya li ser Tirkîyê dîyar dike ku, Tirkîyê li Îdlîbê devereke bêçekirin û ewle durist nekirî ye û çekên giran di destên mîlîtanan de hilnegirtîye.

Rexna Rûsyayê akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkun dema dinirxîne di vî alî de xweya dike ku, Rusya û Îran ji niha û şundatir wê destûr nedin ku Tirkîye li Sûrîyê operasyonekê çêbike.

“Rûsya û Îran di serî de jî dijî operasyonên Tirkîyê bûn. Lê li Îdlîbê piştî ku Tirkîyê erka xwe neanî cî em dibînin ku rexnên Rûsyayê li ser Tirkîyê zêde bûne. Li gorî bawerîya min, ji vî şundatir ne Rûsya û ne jî Îran wê destur nedin ku Tirkîye li Sûrîyê operasyoneke bike.”

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Amerîkayê James Jeffrey serdana Tirkîyê dike. Vahap Coşkun hatina Jefrrey jî nîrxan û wiha got:

“Amerîka li Sûrîyê ana sîyasetekê dimeşîne. Hatina James Jeffrey jî girîngiyeke wî heye, ew jî Amerîka piştî vekişînê naxwaze ku Tirkîye ser YPG û Kurdên Sûrîyê de zexteke çêke. Di vî alî de Amerîka dixwaze navbeynkariyê bike.”

Raporta Eyyup Demîr - Enqere
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:45 0:00

XS
SM
MD
LG