Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya ji Derya Spî Bingehên DAIŞ'ê li Nêzîk Dêrezor'ê Mûşekbaran Dike


Wezareta berevaniya Rûsî roja Sêşemê ragihand ku, gemiya Cengê, ya bi navê Admiral Essen ku, niha li avên herêmê ye, bi mûşekên Cruise bingehên dewleta Îslamê DAIŞ'ê li nêzîk Dêrezorê mûşekbaran kirin.

Wezareta bervaniya Rûsî derbarê êrîşê dibêje, ev êrîş ji derya Spî ya Naverast pêkahtiye û bingehên fermandarên DAIŞ'ê û depoyên çekên zirxî û komên mezin yên çekdarên tundrê kirine armanca êrîşan.

Daxûyaniya wezareta derve ya Rûsî dîsan dibêje, ev êrîşa mûşekan bo ser wan çekdaran pêkahiye, yên ji Rûsya û komarên Yekêtiya Sovêta berê, yên ku, tevlî DAIŞ'ê bûne û li dewrûberên bajarê Dêrezorê bicî bûbûn.

Dêrezor, li rojhilatê Sûriyê ye û weke bingehekê serekî yê çekdarên DAIŞÎ'ê tê naskirin, ajansan ragihand ku, hêzên hikûmeta Sûrî doh roja Dûşemê gihane dewrûberên bajarî, Rûsya ev êrîş weke piştevanî bo artêşa Sûrî li dij çekdarên DAIŞ'ê encam da ye.

XS
SM
MD
LG