Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rusya Paşmayên Çekê Kîmyayî Jinav Dibe


Roja Çarşemê Rusya jinavbirina hemû paşmayên çekê xwe yê kîmyayî ragihand û da zanîn ku, ew hemû bermayên çekê kîmyayî yê ji serdema Şerê Sar mabû hat jinavbirin, desteya navnetewî ya zêrevaniya çekên kîmyayî pesina Rusya da û destxoşî lêkir.

Berpirsên Rus Çarşemê dan zanîn ku, wan bombeya herî dawiyê ya çekê kîmyayî pûç kir ku, ji gazên jehrîn pêk dihat.

Karê herî dawiyê li fabrîka bi navê "Kizner" li herêma Urals hat pêkhat, ev fabrîk yek ji 7 wan fabrîkan bû, yên taybet ji bo jinavbirina çekê kîmyayî di 20 salên derbasbûyê de hatine destnîşan kirin û heta niha Mîliyaran dolar bo ti nehiştina wî çekê kîmyayî hatine mezaxtin.

Ahmet Uzumcu rêvebirê rêxistina qedexekirina çekê kîmayayî derbarê vî karê Rusya got"Ez pîrozbahî û destxoşiyê li Rusya dikim jiber wan hemû pisporîya şewitandin û jinavbirina çekê kîmyayî".

Serokê Rusya Vladimir Putin got, me hemû embarên çekê xwe yê kîmyayî jinavbir berî dema destnîşan kirî, Putin herwiha got, ev tekez dike ku welatê me rijde li ser nehiştin û qedexe kirina çekê kîmyayî.

XS
SM
MD
LG