Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Daxwaza Radest Kirina bi Temamî ya Bajarê Mariupol Dike


Çekdarekî Çeçenî ku li Mariupol bo Rûsya şer dike
Çekdarekî Çeçenî ku li Mariupol bo Rûsya şer dike

Moskowa dibêje ku hêzên wan bajarê Mariupolê hema hema bi tevahî kontrol kirine ku ew jî dibe girtina wê ya herî mezin di şerê nêzîkî du mehan da.

Rûsyayê îro roja Yekşemê hişyarîya dawîyê, ultîmatomek da leşkerên Ukraynayê ku çekên xwe danên li bajarê bendera Mariupolê.

Lê şervanên Ukraynî yên ku li kargeha pola ya Azovstalê ku ber bi Deryaya Azovê ye çi nîşanên pabendbûn anjî qebûlkirina hişyariya anjî ultîmatoma Rusyayê nedane.

Ji ber ku êrîşa Serok Vladîmîr Pûtîn di 24ê Reşemê da nekarî berxwedana Ukraynayê li bakur bişkîne, artêşa Rûsyayê jinûve giranîya xwe da herêma Donbasê ya rojhilatê Ukraynayê ku bajarê Mariupol bendera sereke ye li wê derê.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê got ku leşkerên wan herêma bajarê Mariupolê girtine, cihê ku şerên herî dijwar û êşên herî giran yên sivîlan rû daye û termên mirovan li kolanan bi rojan belavbûne û bi hezaran jî di bin şert û mercên hovane da li jêrzemînên avahîyanda asê mane.

Kargeha polayê cihê herî dawîyê ye ku leşkerê Ukraynayê xwe lê girtine û hejmara wan ji ya leşkerê Rusan gelek kêmtir e.

Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de got, "Hêzên Çekdar yên Rûsyayê 17ê Nîsanê di demjimêr 6ê spêdê bo hêzên Ukraynayê û çekdarên biyanî pêşniyar kirîye ku şerî rawestînin û çekên xwe danên."

Daxuyanî dibêje "Hemû kesên ku çekên xwe danên jîyana wan dê bihêt parastin" û bo şervanan çar demjimêr pêşnîyar kirine da ku kargehê bê çek û cebilxane bihêlin.

Lê ji Kîevê heta nûke çi bersiv nahatine bo ultîmatumê û artêşa Ukraynayê dibêje êrîşên esmanî yên Rûsyayê li ser Mariupolê ligel operasyonên êrîşkirinê li nêzîkî benderê berdewam dikin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy Rûsya tawanbar kir ku "Rusya bi zanebûn hewil dide her kesî jinav bibe" li Mariupolê û got ku hikûmeta wî digel parêzvanan di têkiliyê da ye. Lê wî îdiaya Moskowayê ku hêzên Ukraynayê êdî li navçeyên bajarî nemane çi şirove nekirin.

Zelenskyy gote nûçeyên Ukrainska Pravda ku kuştina leşkerên wan dê dawîya hewldanên aştiyê bîne. Wî got "Leşkerên me asteng mane, birîndar jî asteng mane. Krîzek mirovahî heye... Lê dîsa jî leşker berevevanîya xwe dikin."

Heke girtina bajarê benderê Mariupol bihêt piştrast kirin, ew dê bibe yekem bajarê Ukraynayê yê mezin ku piştî dagirkirinê dikeve û xelatek stratejîk e ji bo Moskowayê jiber ku ew dê herêma Donbasê ku di destê Rusyayê da ye dê bi herêma Kirime ve, ku Rusyayê di sala 2014 an dagir kirî girêbide.

Rûsyayê got ku Ukraynayê heta nûke zêdetirî 4,000 leşkerên xwe li Mariupolê winda kirine. Kîev dibêje, di şerê li seranserî welatî da heta nûke di navbera 2,500 û 3,000 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin. Nehat zanîn ku çend leşker di kargeha polayê da hene. Wêneyên satelaytê nîşan didin ku kadû û gurîyên agirî ji herêmê radibin, ku di binê kargeha polayê da tunel jî hene.

XS
SM
MD
LG