Artêşa Ukrayna îro Şemîyê ragihand ku hêzên berevanîya esmên bi şev ji 13 dronên Rûsî yên derbazî 4 herêmên welêt bûne 9 hatine xistin.
Li gor ragihandina artêşê, hêzên berevanîya esmên dronên Şahed yên çêkirina Îranê li Zaporizhzhia û Dnipropetrovsk yên li rojhilata başûr û Kharkiv ya li rojhilata bakur pûç kirine.
Ew artêş dîyar dike ku muşekeke X-59 ya Rûsî ya ji herêma Kursk ya Rûsya hatiye firandin jî hatiye xistin.
Walîyê herêma Dnipropetrovsk Serhiy Lysak dîyar kir bi êrîşên dronî avahî û xetên elektrîkê zarar dîtine, lê zêdetir hûrgilî neda.
Rûsya jî dîyar dike ku hêzên esmanî îro Şemîyê li Mozdok ya li Osetya 3 dronên Ukraynî pûç kirine.
Ajans;n nûçeyan yên Rûsî dîyar dikin ku Ukrayna cara pêşî bi dronan êrîş biriye ser wê herêmê.
Jêderên herêmî dîyar dikin ku Ukrayna xwestiye êrîşê bibe ser firîngehekê, lê pêşî li êrîşê hatiye girtin bi tenê zararên biçûk çêbûne.
Jêder: VOA, Reuters