Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê Êrîşa 'Berfireh' ya Dronên Ukrayna Têkbir


Derketina agir di rafîneriyeke Rûsyayê de piştî êrîşa mezin ya dronên Ukrayna
Derketina agir di rafîneriyeke Rûsyayê de piştî êrîşa mezin ya dronên Ukrayna

Wezareta Berevanîyê ya Rûsya îro Yekşemê ragihand ku wê êrîşeke dronî ya Ukrayna ya "mezin" li ser 14 herêman û paytext Moskowê pûç kiriye, ku kargehên enerjî û sotemenîyê kiribûn armanc.

Wezaretê got ku li herêmên Kursk, Bryansk, Voronezh û Belgorod yên li ser sînorê Ukraynayê 122 dron hatine têk birin.

Şaredarê Moskowayê Sergey Sobyanin got ku 10 dronên Ukraynî herêmên cuda yên paytext kirine armanc.

Karbidestên Rûsî ragihandin ku li navendeke petrolê ya Moskowê, ku ya Gazpromê ye, li başûrê rojhilatê Kapotnya şewat derket, piştî ku bû armanca drone Ukraynî.

Sobyanin got ku "şewata li navenda petrolê di bin kontrolê de ye û ti metirsî li ser xelkê û xebata kargehê nîne".

Îgor Rudenya, walîyê herêma Tverê ya li bakurê rojavayê Moskowê jî got ku, 5 dron herêma santrala Konakovo kirine armanc ku bûye sedema şewatake sînordar.

"Dabînkirina gaz û elektrîkê bo hefremê bi awayekî asayî tê peyda kirin," Rudenya got.

Karbidestekî xwecihî yê li herêma Moskowê, Mikhail Shuvalov got, 3 dron hatine têk birin, ku santrala elektrîkê ya Kaşira ku bi komirê tê xebitandin kiribûn armanc.

Li herêma Belgorodê walî Vyaçeslav Gladkov got ku "li Belgorodê camên 3 avahîyên niştecihbûnê zarar dîtine. Avahiyeke xizmetê bi temamî hilweşî ye."

Ukrayna gelek caran bi dronan êrîşî Rûsyayê kiriye ku binesazîya enerjîyê wê dike armanc, jibo tolhildana êrîşên mûşekî yên Moskowê ku zarareke mezin gihandiye tora wê ya enerjîyê.

Ev pêla êrîşa Ukrayna jî hat, tenê çend rojan piştî ku binesazîya enerjîyê ya Ukraynayê ji hêla zêdetirî 200 dron û mûşekên Rûsî ve hate armanc kirin, di yek ji wan êrişên herî mezin de.

Piştî êrîşê serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky li ser Facebookê got ku: "Ji Ukraynîyan bi tevahî rewa ye ku jibo rawestandina terora Rûsyayê bi her awayî bersivê bidin."

Ji alîyê din ve, ev nêzî mehekê ye ku Ukrayna dest bi êrîşa li ser herêma Kurskê ya Rûsyayê kiriye, tevî ku hêzên Rûsî pêşveçûna xwe ya domdar li rojhilatê Ukrayna didomînin.

Li herêma Donetskê, Rûsya ber bi bajarê Pokrovsk ve pêşve diçe û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Ukraynayê Oleksandr Syrsky îro got ku "rewş di peyvajoya êrîşa serekî ya dijmin de dijwar e".

Walîyê herêmê Vadym Filaşkin jî ragihand ku, jiber topbarana herêma Donetsk ya li nêzî bajarokê Kurakhove, herî kêm 3 kes hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Walîyê Kharkiv Oleg Synegubov got ku Rûsyayê roja Yekşemê bi mûşekan êrîşê duyemîn bajarê herî mezin yê Ukraynayê xistiye û 41 kes birîndar bûne ku ji wan pênc zarok bûn.

Synegubov ragihand ku di êrîşan de navendeke werzîşê ya mezin, navendeke danûstendinê û hereme parkê hatine armanc kirin.

"Rûsya carek din harkivê terorîze dike, êrîşê binesaziya sivîl û bajar dike," Zelenskyy got.

Serokê Ukrayna her wiha bang li rêberên cîhanî kir ku "wêrekîyê nîşan bidin da ku her tiştê bidin, ku jibo parastina Ukranîyan hewce dike ".

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG