Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Rûsya Kontrolkirina Bajarokekî li Rojhilatê Ukrayna Radigihîne


Êrîşên Rûsya li ser herêma Toretsk, ya li Donetsk li Ukrayna
Êrîşên Rûsya li ser herêma Toretsk, ya li Donetsk li Ukrayna

Roja şemiyê, artêşa Rûsî kontrolkirina bajarokek li rojhilatê Ukraynayê ragihand. Li gorî ajansa AFP srtêşa Rûsî pêşveçûnên xwe berdewam dike li dijî hêzên Ukraynayê ku bi hejmara xwe zêdetir in û rastî kêmasîya di warê alavên leşkerî de tê.

Wezareta Berevaniya Rûsya di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan "bajarokê Kalynove" li herêma Donetsk rizgar kirin.

Bajarok bi qasî 35 kîlometreyan dûrî Pokrovskê ye û navendeke lojîstîkî ya girîng e ku ev çend hefte ye rastî êrîşên dagîrkar tê ku Rûs nêzîkî bajatopk bibûn.

Li gorî Reuters Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin roja Pêncşemê gotbû ku armanca ketina Ukraynayê ya herêma Kurskê ew bû ku "lawazkirina pêşveçûna Rûsî li Donbassê bû, lê ew bi ser neketin, ji ber ku berevaniya Kîev li deverên bi dirêjahiya eniyê şer lawaz kir".

Di êrîşa herî mezin a hêzên biyanî de li ser xaka di bin serweriya Rûsyayê de ji Şerê Cîhanê yê Duyem ve, bi hezaran leşkerên Ukraynayê di 6ê Tebaxê de, bi alîkariya komek dron, çekên giran, û topên ku hin ji wan li welatên rojava hatine çêkirin, sînorê Rûsya derbas kirin.

Putin di Foruma Aborî ya Rojhilatî ya li Vladivostokê de axivî û got, "Kîev îmkanên xwe lawaz kir dema ku yekîneyên mezin û baş perwerdekirî şandin axa Rûsyayê, û destûr da Moskoyê ku êrîşa li rojhilatê Ukraynayê bilez bimeş in."

Wî got jî ku hêzên Rûsî dest bi derxistina hêzên Ukraynayê ji Kurskê kirin, û îdia kir ku hêzên Kremlînê bi ser ketine ku ber bi bajarê Pokrovsk li rojhilatê Ukraynayê ve pêşve diçin.

Jêder: Rueters/AFP

XS
SM
MD
LG