Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya ji Esed Dixwaze Rê Bide Tîma NY


Rûsya bang li hevalbenda xwe Sûrîyê kir ku hevkarî bi Neteweyên Yekbûyî re bike û rê bide tîma taybet ku vekolînê ser îdîayên karanîna çekên kîmyayî bike.

Serhildayên Sûrî îddîa dikin ku hêzên dilsozî Serok Beşar Esed li nêzîkî Şamê gazên kîmyayî bikar anîne.

Rûsya herwiha got, divê serhilda bi ewlehî derbazbûna tîma pisporan garantî bike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî got, karanîna hemî cureyên çekên kîmyayî tawana dijî mirovahî ye û encamên wê yên neyênî hebin.

Serokê Amerîka Barack Obama jî ji CNN re got ku raportên xebitandina çekên kîmyayî sedema fikaran e û ew pezanînan derheqa van îdîayên berhev dikin.
XS
SM
MD
LG