Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li Cîranên Afganistanê Dike ku Cîh Nedin Hêzên Amerîka û NATO


Dîplomatê payabilind yê Rûsya bang li cîranên Afganistanê kir ku cîh nedin hêzên Amerîka û NATO.

Kremlîn ketiye fikaran ku çekdarên Îslamî ji Afganistanê li Asya Navîn belav bibin û naxwaze ku welatên rojava li herêma ku berê beşeke Yekîtîya Sovyetê bû bi cîh bibe.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov dîyar kir ku ew ji cîranên Afganistanê dixwazin ku destûrê nedin Amerîka û NATO ku leşkerên xwe li welatên wan bi cîh bikin.

Lavrov ew daxwaz di konferansa ser Afganistanê de, ku Çîn, Îran, Pakistan, Tacikistan, Turkmenîstan û Ozbekistanê beşdarî lê kiribûn, ragihand.

Wî dîyar kir ku rawestandina pêla koçberîya ji Afganistanê girîng e û da zanîn ku terorîst hewil didin ku di dirqên penaberan de li welatên cîran bi cîh bibin.

Li gor rojnameya Kommersant, Moskow ew herêma berê ya Sovyetê wek baskê berevanîya başûr dibîne, lê Serokê Rûsya Vladimir Putin di meha Hezîranê de gotibû ku Washington dikare bingehên leşkerî yên Rûs yên li Asya Navîn bikar bîne.

Li Tacikistanê, ku sînorê wê yê bi Afganitanê re dirêj e, bingeheke leşkerî ya Rûsya heye.

Piştî Talîbanê kontrola Afganistanê bi dest xwe xist, Rûsya hêza xwe ya leşkerî ya wê bingehê zêdetir kir.

XS
SM
MD
LG