Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Vekişîna Leşkerên Amerîka Dê Rê li Ber Aştîya Sûrîyê Veke


Rûsya bi awayekî erênî li vekişîna leşkerên Amerîka yên li Sûrîyê nihêrî.

Wezareta Derve ya Rûsya ji ajansa fermî ya wî welatî re dîyar kir ku vekişîna leşkerên Amerîkî ‘’pêşveçûneke erênî’’ ye.

Wezaretê da zanîn ku bi vekişîna leşkerên Amerîka re dê rê li ber aştîya Sûrîyê vebe.

Berî gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên ser vekişîna leşkerên Amerîkî, Rûsya dîyar kiribû ku Amerîka bi hebûna xwe ya li Sûrîyê rê li ber aştîyê digire.

XS
SM
MD
LG